Berpirsekî leşkerî yê PDK’ê hat kuştin

Cenazeyê berpirsekî leşkerî yê PDK’ê li Hewlêrê hate dîtin.

Berpirsekî leşkerî yê PDK’ê hat kuştin
28 hezîran 2024   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, cenazeyê berpirsê leşkerî yê payebilind yê girêdayî PDK’ê yê bi navê Muhsin Reşîd li cadeya 150 Metrî ku dikeve beramberî Şarî Mamostayan ya bajarê Hewlêrê  hat dîtin.

Berpirsê kuştî hate dîtin, fermandarê tûgayê bû û di heman demê de berpirsê kar û barên tenduristiyê yê wezareta pêşmerge bû.

Hate diyarkirin ku cenazeyê berpirsê  di wan wesayîta xwe de hate dîtin.

Li gor agahiyan, lîwa Muhsin Reşîd hevserê Seroka Fraksiyona PDK’ê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ye. Heta niha têkildarî vê bûyerê tu kes nehatiye binçavkirin.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de ketine tevgerê lê heta niha tu tişt li ser bûyerê nehatiye aşkerakirin.