Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 

Li Qamişloyê bi beşdariya 5 tîman turunvaya ping pongê hat lidarxistin.

Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
Li Qamişloyê turnuvaya ping pongê 
28 hezîran 2024   21:47
QAMIŞLO

Tîma Berxwedan a Ping Pongê ji bo bîranîna lîstikvanê xwe yê bi navê Dîfai Hebo, turnuvayeke pîng pongê organize kir. Turnuve bi hevkariya Meclisa Werzîşê ya Kantona Cizîrê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo pêk hat.

5 tîmên pîng pongê yên ji kantona Cizîrê; Berxwedan, Cûdî, Asayîş, Serdem û Tirbespiyê beşdarî turnuveyê bûn. Ji her pênc tîman 20 lîstivanên jin û mêr û zarok ên ji 12 heta 70 salî beşdarî turnuvayê bûn.

Turnuva bi amadebûna malbata Dîfa Hebo û nûnerên Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Turnuva li gorî sîstma 5 koman (her komek ji 4 lîstikvanan pêk tê) dest pê kir. Di qonaxa yekemîn a turnuveyê de 8 lîstikvan bi ser ketin û derbasî qonaxa duyemîn bûn.

Endamê komîteya rêxistinkirina turnuveyê û perwerdekarê Tîma Berxwedan Ebdulbaqî Cemal asta lîstikvanan "gelek baş" nirxand.

Lîstikvana bi navê Rojda Omer li ser girîngiya turunvayê û beşdariya wê got: " Pêşbaziyeke baş di nav beşdaran de derket. Ji bo me wekî lîstivanên jin lîstina li hemberî lîstivanên di astên cuda de baş e."

Di qonaxa dawîn a turnuvayê de 3 lîstik hatin lîstin. Di encamê de lîstikvanê Tîma Cûdî Omer El Ehmed di asta yekemîn de, ji Tîma Serdem Lan Qiço di asta duyemîn de, ji Tîma Berxwedan lîstivanê bi navê Xesan Îbrahîm di asta sêyemîn de û ji Tîma Cûdî Selahedîn Ehmed di asta çaremîn de bi ser ketin. Her çar lîstikvanên serketî ji aliyê  komîteya birêxistinkirina turnuvayê ve hatin xelatkirin.

Dîfai Hebo, lîstikvanekî fotbolê bû. Cîhad jî di nav de di nav gelek tîmên Sûriyeyê de list. Dîfai Hebo ku di heman demê de endamê komîteya lîstika pîng pongê bû û lîstikvanekî pîng pongê bû, rolekeke girîng di pêşxistina werzîşê li herêmê de list. Dîfa Hebo di Hezîrana 2020’î de wefat kir.

ANHA