Bernameya Pêşangeha Şehîd Herekol aşkera bû

Komîteya amadekar bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn aşkera kir.

Bernameya Pêşangeha Şehîd Herekol aşkera bû
16 cotmeh, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya amadekar civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê li dar xist û bernameya Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn aşkera kir.

Endamê komîteya amadekar Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku pêşangeh dê 20’ê Cotmehê li Parka Azadî ya Qamişloyê bi dirûşma "Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” dest pê bike.

Pêşangeha îsal ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û bi sponseriya Şîrketa Şemal tê birêxistinkirin.

Endama komîteya amadekar a pêşangehê Narîman Evdikê jî anî ziman ku girtina deriyên sînor bû sedem ku hejmarek mêvan nekarin beşdar bibin û destnîşan kir ku ew hewl didin bi rêya hemahengiya bi aliyên têkildar re çareseriyê peyda bikin da ku beşdar bibin.

Narîman diyar kir ku pêşangeh dê rojane ji saet 10.00’an heya 21.00’an li hola Parka Azadî vekirî be. Der barê bernameyên pêşangehê de jî ev agahî dan: "Rojane saet derdora 17.00’an semînerên bi mijarên cuda wekî rojên şer, pirsgirkên zimanê kurdî, wêjeya şoreşê û nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Akademiya Jineolojiyê werin dayîn. Saet 18.00’an dê çalakiyên îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin û saet 19.00’an jî wê şevbuhêrkên muzîkê werin lidarxistin."

Narîman Evdikê destnîşan kir ku dê 51 weşanxane û sazî beşdarî pêşangehê bibin û diyar kir ku dê ji her çar aliyên Kurdistanê, welatên wekî Tirkiye, Iraq, Sûriye, Lubnan, Siwêd û Belçîkayê beşdarî çêbe.

Narîman Evdikê da zanîn ku di pêşangeha îsal de dê nêzî 140 hezar pirtûk, bi 14 hezar navan beşdar bibin û agahî dan ku rêjeya beşdariya berhemên jinan ji sedî 40 e, rêjeya pirtûkên kurdî ji sedî 43 û pirtûkên zarokan jî ji sedî 4 e.

Ji rêveberên Şîrketa Şemal Delîl Remo jî diyar kir ku şîrket mîsyona birêxistinkirin û piştevaniya lojîstîk û ragihandinê, dabînkirina çûn û hatina mêvanan bi hemahengiya mêvanan girtiye ser xwe. Her wiha dê pirtûkan bê pere bide xwendekarên seretayî û Zanîngeha Rojava.

Berpirsê ragihandinê û endamê Komîteya Amadekar a Pêşangehê Îsa Ferhan jî got, rojnamevanên ku dê pêşangehê bişopînin dê bê pere pirtûkan wergirin.

(bb)

ANHA