Beriya cejnê buhayên sewalan li bazaran kêm bûne

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, tevgera li bazarên sewalan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Li gorî sewalvanan û bazirganan buhayên sewalan îsal daketine.

4 hezîran, 2025   11:19
HESEKÊ

Bi hatina Cejna Qurbanê re tevgera li sûka sewalan zêde bûye û buhayên sewalan jî kêm bûne.

Ajansa me li bazara sewalan a gundê El Hedadiye yê Şedadê yê kantona Cizîrê bû. Mehmûd El Iweyid ku yek ji bazirganên bazarê ye, diyar kir ku îsal buhayên pez û sewalan li gorî salên berê gelekî kêm bûne û got: “Îsal tevgera li bazara El Hedadiyê pir zêde ye. Buhayê seriyek mî ji milyonek heta 2 milyon û nîv lîreyên Sûriyeyî ye, buhayê beranekî jî nêzî 3-4 mîlyon lîreyan e û buhayê bizinekê jî ji milyonek heta milyonek û nîv lîre ye.”

Şêniyê bi navê Mehmûd El Mela jî diyar kir ku sewal îsal li sûkê pir in, lewma buha jî kêm bûne û got: "Buhayên sewalan pir kêm bûne, lê ji ber bihabûna êmê sewalan û hişkesaliyê gelek sewalvanan zirar kir.”

Bazirganê li bazara sewalan a bajarê Qamişloyê Mihsin Hemîd Xelîl jî diyar kir ku îsal buhayê goşt kêm bûye û bûye nîvê sala par. Li gorî Xelîl sedema kêmbûna buhayan ew e ku buhayê êmê sewalan zêde bû. Xelîl got kîloyek ceh bi 4 hezar lîreyan e, kîloya kelpikê jî bi 2500 lîreyan e û li bazara reş bi 3 hezar lîreyan tê firotin.

Xelîl bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin da ku êmê sewalan peyda bikin û piştgirîya rasterast bidin sewalvanan da ku ev sektor têk neçe.”

(k)

şedadê

qamişlo