Beriya Cejna Remezanê tedbîrên ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Remezanê gelek tedbîrên ewlehiyê girtin ku rojên cejnê bi ewle û aramî derbas bibin.

Beriya Cejna Remezanê tedbîrên ewlehiyê
27 adar, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê tedbîrên ewlehiyê yên bi boneya Cejna Remezanê ragihandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya cejna Remezanê pîrozbahiyên xwe ji gel re pêşkêş kirin û hêvî kir ku ev cejn ji bo gel bibe cejna xêr, xweşî û bereketê, welat û gel were parastin. Ji ber berpirsiyariya me ya parastina ewlehî û welatiyan, me gelek tedbîrên ewlehî û rêxistinî ji bo rojên cejnê girtine û diyar dikin ku tevahî bi van perspektîvan pabend bin û bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin ku di rojên cejnê de hewayeke ewle û îstîqrar peyda bibe.

Qedexeya çûn û hatina kamyon û tankeran:

Çûn û hatina kamyon û tankerên mezin û navîn li bajar û bajarokan, ji 29’ê Adara 2025’an heta 1’ê Nîsana 2025’an, ji saet 6:00’ê êvarê heta bi 12:00’ê êvarê, qedexe ye.

Ji bo derbasgehan (derî):

Ketin û derketina kamyonên bazirganiyê û erebeyan di deriyan re qedexe ye, ji saet 6:00’ê êvara 29’ê Adarê, heta 6:00’ê êvara 1’ê Nîsana 2025’an.

Tevgera çûn û hatina sivîlan weke xwe, bêyî guherandin, dimîne.

Çûn û hatina motorsiklêtan qedexe ye:

Ji saet 6:00’ê êvara 27’ê Adarê heta saet 6:00’ê êvara 1’ê Nîsana 2025’an çûn û hatina motorsilên sivîl û leşkerî qedexe ye.

Avêtina gule û bikaranîna çekan qedexe ye:

Di bin çi şert û mercî de dibe bila bibe, li kêlek pêkanîna cezayên qanûnî li dijî kesên bin pê bike, bikaranîna çekan û avêtina guleyan qedexe ye.

(fr)