Berfê herikîna tirafîkê bandor kir

Ji ber barîna berf û baranê ku ev du roj in bi navber dom dike, di hatin û çûna rêyên navbera Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê, Kantona Firatê û Kantona Reqayê de zehmetî çêbide.

Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
Berfê herikîna tirafîkê bandor kir
1 ÇILE, 2026   12:35
QAMIŞLO

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 5 salan berf bariya. Berfa ku 29`ê Kanûna 2025`an dest pê kir, li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Kobanê erd sipî kir. Li bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî baranê bandor kir. 

Piştî hişkesaliyan barîna berf û baranê rûyê cotkaran geş kir. Lê li aliyê din berfa ku duh (31 Kanûn 2025) jî wekî şilope (berf û baran di nav hev de) dom kir, li hinek bajaran bandor li ser herikîna tirafîkê kir.

Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Tirafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane ser rêyên Dêrik-Girkê Legê, Girkê Legê-Tirbespiyê, Qamişlo-Amûdê, Qamişlo-Rêya navneteweyî (M4), Kantona Firatê û Kantona Reqayê ji ber berf, qeşayê û barîna baranê di herikîna tirafîkê de astengî derdikevin.

Li hin deverên li ser rêya Qamişlo-M4 (rêya Enbara), Qamişlo-Amûdê û Girkê Legê-Dêrik çend seyare ji rê derketin û hinek jî qulipîn.

Berfa herî zêde li bajarê Dêrikê û derdora wê bariya, lewma rêya hinek gundan ji bo demeke kurt hate girtin.

EKÎBÊN ŞAREDARIYAN RÊ VEKIRIN

Ekîbên şaredariyên Qamişlo, Dêrik, Amûdê ji bo hêsankirina tirafîkê ji duh ve rêyên navbera bajaran de paqij dikin.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî duh bi daxuyaniyekê ajokar hişyar kirin ku li ser rêyan baldar bin.

Rêveberiya Tirafîkê ji bo rewşên awarte yên wekî qeza, reqemên telefonê yên alîkariyê parve kir.

Reqem wiha ne:

Odeya operasyonên Kantona Cizîrê: 0932553783

Odeya operasyonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: 0988646814

Li Kantona Cizîrê barîna berfê wekî şilope, li bajarên din jî baran didome.

(sb/a)

ANHA

DERIK

QAMISLO