Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol dê sibê piştî merasîmekê di seat 14.00an de li Goristana Karşiyakayê de bê veşartin.

Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin
1 ÇILE, 2026   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Mamosteyê Çapemeniya Azad Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji 14ê Cotmehê û vir ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 

Ji bo Huseyîn Aykol dê sibê ji seat 10.30an heya 12.30an li Sahneya Yilmaz Guney a Navçeya Çankaya ya bajarê Enqereyê ya Tirkiyê merasîmek were lidarxistin.

Piştî merasîmê Huseyîn Aykol dê di seat 14an de li Goristana Karşıyaka ya Navçeya Yenimahalle ya Enqereyê bê were oxirkirin.

Malbat, heval û xebatkarên Çapemeniya Azad dê di merasîma ji bo Huseyîn Aykol were lidarxistin de amade bin.