Bêrêziya li hemberî cenazeyê şehîd Axîn Seydo hat şermzarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo şehîd Axîn Seydo ya ku cenazeyê wê di qartonê de radestî malbata wî hate kirin, daxuyanî da.

Bêrêziya li hemberî cenazeyê şehîd Axîn Seydo hat şermzarkirin
5 kanûn, 2023   16:07
KOBANÊ

 Di 14 û 15’ê îlona 2018’an de li herêma Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG-YJA Starê û leşkerên Tirk de şer derketibû. Di şer de gerîlaya YJA-STAR’ê Axîn Seydo (Menfiyat Elçîçek) şehîd bûbû. Cenazeyê Axîn Seydo piştî 5 salan şûnde di qutiyeke karton de radestî malbata wê hate kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî cenazeyê şehîd Axîn Seydo daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê hat dayîn. Endamê meclisê Mezlûm Nebî ve daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya ku xîtaba rêxistinên mafên mirovan hatiye kirin hate gotin, hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd her diçe zêde dibe û  hate gotin, dewleta Tirk bi her awayan daxwaze gelê Kurd tune bike û çavê kesên behsa mafên mirovan dikin, bigire.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û hate diyarkirin ku ji ber bêdengiyê asta hovîtiya dewleta Tirk a dagirker zêde dibe ku mafên mirovan bin pê dike û karên bê exlaqî dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate goitn: ′′Berî çend rojan cenazeya şehîd Axîn Seydo ya ku berî 5 salan gihîştibû asta şehadetê di kartonekê de radestî malbatê hat kirin ku tenê hestiyên hevala şehîd mabûn. Ev ne cara yekê ye ku dewlet a Tirk bi vî rengî hovîtiyê dike. Berê gelek caran cenazeyên zarokên me di kartonan de hatin radestkirin. Dewleta Tirk temsîla hovîtiya DAIŞ′ê dike û karên bê exlaqî û li dijî mirovatiyê dike.′′

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê ku tu kes ji van kiryarên qirêj ên dewleta Tir bêdeng nemînin û li hember van qirêjiyê derkevin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê di dawiyê de ev bang kir: "Banga me ji bo hemû dayikên şehîdên Kurdistanê, dayikên kezeb şewitî, dayikên li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojava xwedî li gel, welat û zarokên xwe derkevin. Em banga ciwanên Kurd ên li welat û yên li dervayî welat dikin  xwedî li gelê xwe derkevin û bêdeng nemînin ji ber ku bêdengiya ciwan û dayik û gelê Kurd wê bibe xûrtbûna xwênmijên wek dewleta Tirk."

(sş/bb)

ANHA