Li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê

Girtiyên siyasî ya bi doza Pkk û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro hejmara girtîgehên ketin greva birçîbûnê derket 106’an.

Li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê
5 kanûn, 2023   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, li du girtîgehên din jî belav bû. 

Girtiyên PKK û PAJK’î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê û Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kavak a Samsûnê jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn.

ÇALAKÎ DI ROJA 9’AN DE DIDOME

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê hatiye destpêkirin di roja 9’an de berdewam dike.

Çalakî, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” hate destpêkirin û dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.