Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Peyman îro nayê îmzekirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ewê îro bi Amerîkayê re peymanê îmze nekin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Peyman îro nayê îmzekirin
14 hezîran, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li parêzgeha Hemedanê, derbarê îmzekirina peymana bi Amerîkayê re, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Îsmaîl Beqayî got ku peymana niha ya bi Amerîkayê re ne ya dawiye, ev peyman xetên giştî yên mijarên nakok û li ser bidawîkirina şere.

Beqayî di dewama axaftina xwe de dibêje; ‘‘Peymana Îslamabadê ku niha em lêkolîn dikin, divê qonaxê de tekezî li ser bidawîkirina şerê li hemû eniyan dike ku Lubnan jî di nav de ye. Di vê qonaxê de biryar hatiye dayîn ku qala pirsa nukleerê neyê kirin. Lê biryare di nav 60 rojan de li ser pirsa nukleerî gotûbêj bên kirin.”

Beqayî got ku îro peyman bi Amerîkayê re nayê îmzekirin û got; ‘‘Dibe ku di rojên pêşiya me de ev yek pêkwere.’’

Hêjayî gotinê ye Serokê amerîkayê Donald Trump duh ragihandibû ku wê roja yekşemê ango îro, bi Îranê re peymanê îmze bikin. Trump diyarkiribû ku piştî peyman were îmzekirin wê Tengava Hurmuzê li ber hemû keştiyan bê vekirin.