Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin

Di panelê de hat gotin divê komkujiyên li dijî Suryan, Aşûr û Ermenan werin belgekirin û mafên gelê Suryanî werin parastin.

Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
Têkildarî komkujiyên Sêfoyê panelek hat lidarxistin
14 hezîran, 2026   15:27
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan li salona Kolbenkiyan a bajarê Qamişlo panelek bi navê `Sêfo di navbera bîr û edaletê de` bi rêxistin kir.  Hejmarek siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û nûnerên saziyên sivîl tev li panelê bûn.

Piştî rêzgirtinê rojnamevan û çalakvana sivîl Hela Mîrza panel li ser 4 mijaran bi rêve bir.

DÎROKA KOMKUJIYA SÊFOYÊ

Mijara yekemîn a panelê bi navê ‘Dîroka komkujiyên Sêfoyê` ji aliyê nûnera Yekitiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê Îlham Metlî ve hat şîrovekirin. Îlham behsa dîroka komkujiyên Sêfoyê kir û got: "Sala 1860‘î li Lubnan û Sûriyeyê,  sala 1895‘an li Amedê,  sala1896‘an komkujiyên Sultan Abdulhemîd û 1909`an komkujiya Adena li ser gelê Xiristiyan hatin kirin."

Îlham Metlî bo jinên Suryanî ev tişt anî ser ziman: "Jinên Suryanî dikarin birînan derman bikin û civakê perwerde bikin. Divê jin ziman û dîroka xwe biparêzin û çanda Suryanî vejînin. Bi saya berxwedana jinên Suryanî dîrok ji neslekî veguhesî neslên dîtir."

SÊFO Û EDALATA PÊVAJOYA VEGUHÊZ

Di dewama panelê de lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî Zuhêr Yûsif mijara duyemîn a bi navê "Sêfo û Edaleta Pêvajoya Veguhêz" şîrove kir. Zuhêr Yûsif destnîşan kir ku Sêfo ji bo gelê Suryan yek ji pêvajoyên herî giran û bi êş bû û wiha domand "Sala 1848`an dest pê kir û heyanî sedsala 20`emîn domand. Sêfo ne tenê serpêhatiyek dema borî ye, lê be sûceke qanûnî ye ku di qadên navneteweyî de hatiye belgekirin, da ku edalet pêk were û were mîsogerkirin ku careke din dûbare nebe, her wiha daxwaza bicihanîna mafên gelê Suryan were kirin."

FÊDE JI EZMÛNA ERMENIYAN GIRTIN

Mijara sêyemîn a bi sernavê `Sûdwergirtina ji ezmûna Ermeniyan ` ji aliyê  endamê Komîteya Têkiliyan a Dêra Ortodoks a Ermeniyan û Serokê Komîteya Şopandina doza Ermeniyan li herêma Cizîrê Hakûb Bersomiyan ve hat şîrovekirin.

Bersomiyan di destpêka axaftina xwe de wateya navê El Sêfo da naskirin û got: "Sêfo tê wateya şûr anku îfadeya kuştin, koçberî, wêrankirina dêran, mal û milkan. Ji ber erdnîgariyê, şer û mercan Ermen û Suryan li gelek herêman lihevdû kom bûn. Bi komî hatin kuştin û civaka wan ji hev hat parçekirin. Sedema komkujiyan ne tenê nakokiyên olî yê navbera Misilman û Ermeniyan de bû, lê sedemên wê yên neteweyî û siyasî jî hebûn."

ROLA CIVAKÊ Û ÇAPEMENIYÊ DI PIŞTGIRIYA SÊFO DE

Li ser mijara çaremîn a bi navê `Rola civaka sivîl û çapemeniyê di piştgiriya Sêfo de` rojnamevan Samir Hena axivî û got: "Dema komkujiya Sêfo pêk hat, çapemenî tine bû. Ji ber vê yekê gelek rastî negihîştin cîhanê. Piştî salan komkujî bi rêya şahidan hate belgekirin. Lê îro çapemenî bûye xeta yekemîn a parastinê. Belgekirina komkujiya Sêfo ne tenê ji dîroknasan tê xwestin, lê berpirsyartiyeke ji çapemenî, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîran jî tê xwestin."

Di panelê de sûcên çeteyên DAIŞ û Osmaniyan bi roja îro ve dane girêdan. Hate gotin, Osmaniyan fermana komkujiyan li dijî Xiristiyan dan, ev sûcên wan werin belgekirin.

(np)

ANHA