Berdevkê Hemasê hat kuştin

Hate zanîn ku li Xezayê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de berdevkê Tevgera Hemasê Ebdulletîf El Qanûi hatiye kuştin.

Berdevkê Hemasê hat kuştin
27 adar, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên filistînî vê sibehê ragihand ku berdevkê Tevgera Hemasê Ebdulletîf El Qanûni li kampa Cibalya El Beled a Xezayê di êrişeke hewayî ya Îsrîalê de hat kuştin.

Ajansa Nûçeyan  Shehabê ya ser bi Hemasê ve jî da zanîn ku Îsraîlê îro di saetên serê sibehê de li bajarê Xezayê avahiyek bomebaran û di encamê de bi kêmanî 6 kes hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku Televîzyona Filistînê parve kirine jî, li taxa Nesir a rojavayê bajarê Xezayê avahiyek hatiye bombebarankirin. Ajansê ragihand ku di bombebaranê de kesek hatiye kuştin û hin kesên din birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di nava vê hefteyê de du rayedarên Hemasê; Îsamîl Berhûm û Selah El Berdiwêl kuştine. Li gorî agahiyan, ji destpêka şer ê Îsraîl û Hemasê (dawiya 2023) 11 rayedarên Hemasê hatine kuştin.

(bb)