ji Yekitiya Parêzeran bang: Çareyên siyasî pêk bînin

Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku ji bo parastina yekitiya civaka Sûriyeyê, vegerandina ewlehî û îstîqrarê xwe bispêrin çareseriyên siyasî û aştiyane û divê tevahî êrişên leşkerî li ser xaka Sûriyeyê bên rawestandin.

ji Yekitiya Parêzeran bang: Çareyên siyasî pêk bînin
26 adar, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî gundê Koya yê gundewarê Derayê ku di encamê de 7 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina sivîlan binpêkirina qanûna navneteweyî û mirovî ye, her wiha bang li dewletên cîran hat kirin ku li şûna destwerdan û derxistina tevliheviyê, di pêvajoya pêkanîna aramiyê de rol bilîzin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon û destwerdana leşkerî ya li başûrê Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirinên qanûnên mafên mirovan in û bang hat kirin ku ji bo parastina civaka Sûriyeyê, ewlehî û îstîqrarê çareseriyên siyasî û aştiyane pêk bînin.

Di berdewama daxuyaniyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku di parastina sivîlan û rawestandina binpêkirinan de, xwedî li erkên xwe derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê pêwîstî bi ked û xebatên rastîn û cidî heye.

(mh/fr)