Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê şahiyek pîrozbahiya Newrozê, ji dayikên şehîdan li dar xist.

Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze
Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze
Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze
Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze
Li Tirbespiyê ji bo Dayikên Şehîdan şahiya newroze
20 adar, 2024   13:03
QAMIŞLO

Pîrozkirina Newroza 2024`an li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike,Meclisa Malbatên Şehîdan ya li navçeya Tirbespiyê a kantona Cizîrê şahiyek ji dayikên şehîdan li daxistin.

Şahî li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna dehan xizmên şehîdan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. piştra li ser navê meclisa malbatên Şehîdan a navçeyê Xerma Elî axivî.

Xerma Elî bal kişand li ser Newroza 2024’an a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocelan û wiha got: ez di serî de Newroza Rêber Abdullah Ocalan û li tevhaî gelan pîroz dikim. Newroza îsal wê bibe azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Di dawiyê de meclisê diyarî dan dayikên şehîdan û bi pêxistan agirê Newrozê û gerandina dîlananê şahî dawî bû.

(ex)

ANHA