Êriş û ambargoyê binesaziya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûxandiye

Li gel ambargoyê, êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn sedema qutbûna ceyranê li her du taxan û zehmetiyên dabînkirina avê. Bangên ji bo rawestandina êrişan û rakirina ambargoyê tên kirin.

4 ÇILE, 2026   05:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Komên girêdayî hikumeta veguhêz di 22’yê Kanûna 2025’an de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Di encamê de binesaziya av û ceyranê hilweşiya.

Tevî ku nêzî 10 rojan di ser êrişê re derbas bûn, lê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoya şidandî ku hikumeta veguhêz daniye ser her du taxan, hîna zirarên êrişê sererast nekirine.

ZIRARÊN ÊRIŞA LI SER ŞEBEKEYÊN CEYRANÊ

Der barê zirarên êrişê yên li ser şebekeyên ceyranê, ji rêveberên Komîteya Ceyranê ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Hisên ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrişên ketober ên komên girêdayî hikumeta veguhêz ku hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn bû sedema qutbûna ceyranê ya ji Şirketa Giştî ya Ceyranê ya Helebê hatiye kişandin.

Mihemed Hisên destnîşan kir ku di encama êrişê de 4 dergehên ceyranê yên li santrala El Şeqîf ku ceyranê didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi giranî zirar dîtine, her wiha 15 xetên ceyranê yên 20,000 kVA, 6 xetên li dora rêya Kastelo, 6 li ser rêya Çerxerêya Cendul û 3 xetên li ser rêya hewza avjeniyê ya Helebê qut bûn.

Hisên îşaret pê kir ku ji bo sererastkirina van ziraran pêdivî bi hemahengiya bi Şirîketa Giştî ya Ceyranê ya bajarê Helebê heye û got, piraniya xalên bi zirar bûne, li derdora her du taxan e.

Hisên diyar kir ku divê rê were dayîn ku alavên pêwîst ên sererastkirinê derbasî her du taxan bibin û bi bîr xist ku bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz ambargoyê didomîne û rê nadin made derbasî taxan bibin.

Têkildarî zirarên li şebekeyên hundirên taxê bûne, Hisên ev agahî dan: "Komîteyên Rewşên Awarte, piraniya xetên zirar dîtî, bi rêk û pêk sererast kirin. Lê pirsgirêka sereke ya heyî sererastkirina xetên ceyranê didin herdu taxan e."

XETÊN AVÊ

Ji rêveberên Komîteya Avê Mihemed Mihelî jî der barê bandorên êrişê li ser xetên avê de diyar kir ku êrişan zirarên mezin gihandin xetên avê bi taybetî yên li beşa rojavayê Şêxmeqsûdê.

Mihelî da zanîn ku bikaranîna mûşek û tankan di êrişên li ser her du taxan de bûn sedema hilweşîna gelek pomp û xetên binerd ji xizmetê derketin. Di encamê de av li ser nêzî 400 malên li 20 kolanan ku piraniya wan li beşên rojavayê qut bû.

Mihelî îşaret pê kir ku tedbîrên awarte yên ku ji hêla ekîbên rewşên awarte yên Komîteya Avê ve hatine girtin, demkî ne, ji ber rê nayê dayîn madeyên pêwîst ên ji bo ji nû ve sererastkirina şebekeyan derbasî her du taxan bibin.

Ji rêveberên Komîteya Avê Mihemed Mihelî banga rawestandina êrişan û ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 30’ê Kanûna 2025’an de ji ber ambargoyê û tunebûna sotemeniya ji bo germkirinê, 13 dibistanan girtibûn.

(b)

ANHA