Saziyên civakî soza domandina berxwedanê li hember êrişan nû kir

Saziyên civakî soza domandina berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû kir û got: "Em ê proje û têkoşîna xwe heta pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê bidomînin."

Saziyên civakî soza domandina berxwedanê li hember êrişan nû kir
26 kanûn, 2023   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertekên gel ên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê meşeke girseyî li dar xist.

Meş li çerxerêya taxa El Sanî rawestiya û li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê Mazlûm Omer axivî û destnîşan kir ku armanca êrişan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û got: "Em ê proje û têkoşîna xwe heta pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê bidomînin."

HELEB

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê ku li pêşiya avahiya meclisê destnîşan kir ku hemû pêkhateyên gel projeyên fîtne û talaniyê têk birin.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî hat dayîn.

REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên enerjiyê û kargehên xizmetguzarî û navendên tenduristî şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku li hember sûcên dermirovî yên rojane yên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin.

(mh)

ANHA