Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin

Piştî 13 salan Şaredariya Gel a Eyn Îsayê careke din bazara gel vekir.

Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
Bazara gel a Eyn Îsayê piştî 13 salan hat vekirin
3 tîrmeh, 2025   14:27
EYN ÎSA

Bazara gel a Eyn Îsayê bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re bûbû herêmeke leşkerî ya ku ji aliyê rejîma berê (Lîwaya 93’an) ve dihat kontrolkirin. Lewre bazar 13 salan hatibû girtin.

Piştî 13 salan Şaredariya Gel a Eyn Îsayê îro bazara gel dîsa vekir. Bazar ku demek dirêj ji bo niştecihên herêmê wek navendeke bazirganî û civakî xizmet kiriye, xwedî girîngiyeke mezin e.

Şêniyan bi kêfxweşî vekirina bazarê pêşwazî kir.

Şêniyê bi navê El Remedan spasiya şaredariyê kir ku careke din bazar vekir û diyar kir ku vekirina bazarê barê wan sivik kir ku êdî naçin bazarên li derveyî bajar. Her wiha îşaret pê kir ku vekirina bazarê dê bandorek erênî li kirîn û firotina sewalan jî bike.

Şaredariya Eyn Îsayê ku bazar li gorî pîvanên nû bi rêxistin kiriye. Her wiha cihekî taybet ji bo besteyan veqetandiye.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Ehmed El Mistefa anî ziman ku wan li ser daxwazên şêniyan bazar dîsa vekir, her wiha diyar kir ku vekirina bazarê dê bandoreke aborî û civakî çêke û dikare derfetên kar ji şêniyan re peyda bike.

(bb)

ANHA