Bask û Katalonya: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê li Tirkiyeyê bikin

Endamên Senato û parlamenterên kantona Bask û Katalonyayê bang li Komîteya Wezaretê ya Ewropayê kir ku ji bo aktîvkirina "Mafê hêviyê" zextê li dewleta Tirk bikin û got bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan û standinên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk nayên.

Bask û Katalonya: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê li Tirkiyeyê bikin
22 ÇILE, 2025   00:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Senato û parlamenterên kantona Bask û Katalonyayê 2 peyamên cuda ji Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê re şandin û tê de banga pêkanîna çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Ev tevger serkêşiya vê însiyatîfê dikin: "Yekitiya Gel-Werin Em xaka xwe biparêzin" ku yek ji tevgerên siyasî yê herî çalak di Katalnoyayê de ye û 2 komên wê yên taybet di parlamentoyê de hene û "Biloka Yekitî ji bo welatên Bask" ku ew jî yek ji tevgerên siyasî yê herî bibandor li kantona Baskê ye.

Her du peyam ji serokê Komîteya Konseya Ewropa Javier Bettel û endamên komîteyê re hatin nivîsandin û tê de hatiye bibîrxistin ku 26 di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas bû û ji wê demê ve ew di girtîgeha Greva Îmraliyê ya li Tirkiyeyê de ragirtiye.

Parlamenterên li ser her peyaman îmze kirine got ne pêkan e dan û standin bi Rêber Abdullah Ocalan re bêyî azadiya wî ya fîzîkî pêk bên.

Navên endamên Senato û parlamenterên kantona Bask û Katalonyayê yên peyam îmze kirine wiha ne:

Fernando Barena, parlamenterê YE.

Gorka Eligabarreta, endamê Senatoyê, serokê koma Eh Bildu.

Iosue Starona, endamê Senato, koma Eh Bildu.

John Iñárritu, nûnerê koma Eh Bildu di parlamentoyê de.

Iraty Jimenez, parlementerê Nafara yê ji koma Eh Bildu.

Igor Zoleka, nûnerê parlamentoya Bask ê koma Eh Bildu.

Diana Oria, parlamentera Bask a koma Eh Bildu.

Laia Estrada i Canyon, parlamentera Katalonya û seroka koma GP CUP-DT.

Danny Cornelia Dieterle, parlamenterê Katalonyayê û berdevkê GP CUP-DT.

Maria Pilar Castillejo Medina, parlamentera Katalonyayê.

Laura Fernandez Vega, parlamentera Katalonyayê.

(fr)