Li gundewarê Himsê 4 kes hatin darvekirin

Di kêmtirî 3 hefteyan de 146 kes hatin kuştin. Li gundewarê Himsê 4 kes hatin darvekirin ku yek jê kesekî temenmezin e.

Li gundewarê Himsê 4 kes hatin darvekirin
21 ÇILE, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên xwecih bi hêvên rêveberiya HTŞ`ê re li bajarokê Xewr ê bakur rojavayê Himsê bi guleyan 4 şênî darve kir. Jê yekî temenmezin e.

SOHR`ê da zanîn ku "Hêzên Ewlehiya Giştî" dema derbasî bajarokê navborî bûne, bi hin çekdaran re bi hev ketin û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Ji destpêka 2025`an ve di 73 bûyerên heyfhilanînê de 146 kes hatin kuştin. Jê 141 mêr in û 5 jin in.

(şx)