Şêniyên herêmê xwest ji bo kampa Holê çareseriyek were dîtin

Şêniyên Holê fikarên xwe der barê xetereyên kampa Holê yên li ser ewlehî û aramiya herêmê de anîn ziman û destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ`ê hewl didin ramanên DAIŞ`ê di nava kampê de belav bikin.

Şêniyên herêmê xwest ji bo kampa Holê çareseriyek were dîtin
23 îlon, 2025   05:10
HESEKE
ELÎ El SULTAN

Şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê der barê xetereyên kampa Holê de fikar û tirsên xwe anîn ziman. Şêniyan got hebûna hejmareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampê dibe gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê.

Şahîn El Heran der barê mijarê de got: "Kampa Holê ji bo herêmê xeterek mezin e û bombeyeke demkî li dijî ewlehî û aramiya me. Di nav kampê de şaneyên DAIŞ`ê hene hewl didin ramanên tundrew belav bikin û DAIŞ`ê vejînin. Her wiha li kampê hewldanên revê û tevgerên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibi, tên kirin.”

El Heran bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku çareseriyek bilez bibînin ji bo veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ'ê bo welatên wan ên resen da ku şêniyên Holê ji xetera kampê xilas bibin.

Şêniyê bi navê Macid El Findî diyar kir ku "hebûna kampê li nêzî bajarê Holê dibe sedema alozî û tirsê, çeteyên DAIŞ'ê her dem dixwazin tevliheviyê bikin û malbatan bi qaçaxî ji kempê derdixin, ev jî dibe sedema têkçûna ewlehiyê.”

El Findî da zanîn ku divê rayedarên pêwendîdar ji bo veguhestina kampê bo devereke dûrî bajarn bi lez tedbîran bigirin.

Xalid Ebdo jî got: “Kampa Holê ji ber sûc û binpêkirinên ku li dijî sivîlên di hundirê kampê de têne kirin, bombeyeke mirovî ya demkî ye, ku bandorek neyînî li ser şêniyên bajêr dike û dibe sedema tirs û fikaran.”

Ebdo xwest kampê were veguhastin.

Di 5`ê Îlonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî, qonaxa çaremîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dabû destpêkirin ku 2 rojan dom kir.

Di dawiya operasyonê de, hêzên beşdar aşkera kir ku "torên terorîst ên çalak ên ku di nava kampê de dixebitin, hatine hilweşandin", 11 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin û çend hewldanên êrişa li dijî saziyên xizmetguzarî û mirovî hatine pûçkirin.

Kampa Holê di destpêka salên 1990'î de ji bo bicihkirina penaberên iraqî hatiye avakirin. Piştî êrişa Amerîkayê ya li dijî Iraqê di sala 2003'yan de, ew ji nû ve hate vekirin. Di dema aloziya Sûriyeyê de bû xaleke stratejîk a xeternak piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagirkirin û wek xalek derbasbûnê di navbera Sûriyeyê û Iraqê de hate bikar anîn.

Piştî ku QSD’ê kamp di sala 2015`an de rizgar kir, ew ji bo bicihkirina bi deh hezaran sûriyeyiyên koçber ên ku ji ber şer direviyane û her wiha malbatên çeteyên DAIŞ'ê hate bikaranîn.

Li gorî amarên dawîn, hejmara giştî ya niştecihên kampê 26 hezar û 539 e; 6 hezar û 352 welatiyên biyanî, 4 hezar û 933 iraqî, 15 hezar 245 sûriyeyî û 9 kesên ku nasnameyên wan nediyar.

(k)

ANHA