Li Reqayê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li Reqayê cenazeyê jinekê li nêzî goristanekê hatibû binaxkirin, hat dîtin.

Li Reqayê cenazeyê jinekê hat dîtin
29 adar, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku cenazeyê jinekê li herêma Xendeq a li beramberî goristana Til Beyaa ya bakurê rojhilatê bajarê Reqayê hat dîtin.

Li gorî SOHR'ê, tesadufî beşek ji cenaze piştî ku kûçikan cihê wê kolandibûn hat dîtin û bo tiba edlî hat veguhestin.

Aliyên têkildar heya niha der barê bûyerê û jina hatî kuştin tu daxuyanî nedane.

(bb)