Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin

Barana îsal mêrgên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û hêviyên xwediyên pez piştî 2 salan ji ziwabûnê nû kirin.

Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
Baranê mêrgên xwezayî zêde kirin
28 sibat, 2024   06:36
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Bi dirêjahiya 2 salan li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran kêm bû, bi wê re bandoreke yekser li ser dewlemendiya sewalan a li herêmê kir, ji ber ku mêrg û êm kêm bûn.

Xwediyên pez ji bo xwedîkirina pez xwe dispêrin mêrgên xwezayî. Ew mêrge ji destpêka Adarê heta dawiya Îlonê dewam dike. Di vê demê de êm pir kêm tê dayîn.

Li herêma Aliyan ku ji bakur rojhilatê Tirbespiyê heta bi gundewarên navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê diçe xwedî mêrgên zêde ne û ji sedî 20 rûbera mêrgan e.

Li wê rûberê mêrgên deştî hene û li nêzî gundan in û fireh in.

Mihyedîn Şêx Tahir (60) ê ji gundê Xirbet Coha yê li herêma Aliyan a navçeya Çilaxa ji zêdetirî 40 salî ve pez xwedî dike ku ji bavê xwe biriye.

Şêx Tahir bi nebarîna baranê di salên borî de pir bandor bû û ji ber kêmbûna mêrgan û xwespartina li êmên hazir neçar ma ku gelek pezên xwe bifiroşe û niha ji eslê 400 pez 150 pez li cem wî maye.

Şêx Tahir dibêje barana bariye hêviyên xwediyên pez geş kirin.

Di 2 salên borî de bihaya pez bi awayekî mezin daket, her wiha bihayê mihekê milyonek lîreya Sûriyeyê derbas nekir, lêk îsal biha di navbera 4 heta 6 milyonan de ye.

Gerînendetiya Dewlemendiya Sewalan bi rêya Saziya Êm a li bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî hejmara pez êm dide xwediyên pez.

(fr)

 ANHA