Bangewaziyên nîşandana helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk

Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla, bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin û bang kirin ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê nîşandan.

Bangewaziyên nîşandana helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk
Bangewaziyên nîşandana helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk
Bangewaziyên nîşandana helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk
Bangewaziyên nîşandana helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk
1 sibat, 2024   14:05
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya çekdarên PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî, şermezar kirin. 

Şênî, nûnerên partî û saziyên sivîl ên her bajar û navçeyan tev li wan çalakiyan bûn.

Di daxuyaniyan de êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li partî û hêzên siyasî hat kirin ku helwesteke cidî û hevgirtî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin.

(şx)

ANHA