Li Basilê 20 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Di çalakiya HRE ya li gundê Basil ê Efrînê de 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 8 çete hatin kuştin, 25 leşker û çete jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 5 şervanên HRE’ê şehîd bûn.

Li Basilê 20 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
1 sibat, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

 Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiya ku 30’ê Çileyê (2024) li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Basil a navçeya Şêrawa ya Efrînê hat lidarxistin de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li ser hesaba fermî ya Telegram a HRE’yê hat weşandin de, li ser êrîşên dagirkeran û çeteyên wan hat rawestîn û ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên cîhadîst ên dewleta Tirk wan xwedî dike, ji roja ku Efrîn dagir kirin ve li ser gelê me polîtîkayeke qirkirin û komkujiyê dimeşînin. Hêzên dagirker ên bi sedhezaran mirovên me ji cih û warên wan derxistin, timî êrîşî gelê me dikin. Dijminê ku bi hezaran mirovên me qetil dike, her roj êrîşî nirxên me yên pîroz dike û heqaretê li wan dike. Dagirker û çeteyên wan ên li hemberî Kurdên li Efrînê û gundên wê dijîn polîtîkaya qirkirinê dimeşînin, sûcê mirovahiyê dikin. Mirovên li wan deveran didin revandin, hewl didin bi derûniyeke tirsê mirovên me bêdeng bikin, wan bixin nav tirs û xofê. Dagirkerên li gel van hemû pêkanînan, darên zeytûnan ên sedsalî ku çavkaniya debarê ya xelkê me ye dibirin, qetlîama xwezayê pêk tînin û bi vî rengî gelê me bênefes dihêlin.

Dagirker tenê ne li Efrînê, li hemberî gelê me yê ji Efrînê koçber bûye jî êrîşan pêk tînin. Gelê me yê koçî derdora Heleb û Şehbayê kiriye jî ligel êrîşên çeteyên cîhadîst, rastî êrîşên bi topan û balafiran tên. Di encama van êrîşan de bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dane.

Dîsa di van demên dawî de li hemberî qadên gelê me lê dijî, êrîşên dijmin zêde bûne. Bi taybet ji ber êrîşên hewayî zarok û jin jî di nav de bi dehan mirovên me şehîd ketine. Ev komkujî li ber çavên hemû cîhanê pêk tên û ti hêzek li hemberî êrîşên dagirkeran dengê xwe dernaxînin.”

ÇALAKIYA MEZIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku HRE weke hêza parastina gel li hember êrîşan bêdeng namîne, çalakiyên tolhildanê pêk tîne. Hat diyarkirin ku di çarçoveya van çalakiyan de 30’ê Çileyê şervanên HRE’yê li hemberî baregehek artêşa dagirker a li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa, çalakiyeke fedaiyane û berfireh pêk aniye û ev agahî hatin parvekirin:

“Hevalên me yên bi biryardariyeke mezin çûn ser dijmin, derbeyên giran li hêzên dijmin xistin. Di encama vê çalakiyê de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 8 leşker û 17 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha doçkayek, çeperek çekên giran û 2 kamerayên mobese hatin îmha kirin, 18 çeper jî hatin rûxandin.”

5 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di vê çalakiyê de 5 şervanên HRE’yê şehîd bûne û hat gotin: “Rêhevalên me bi awayekî fedaiyane çûn ser dijmin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê. Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”