Bangewaziya Rêber Ocalan û kêşeyên desthilatda Şamê mijarên rojnameyên erebî bûn

Şirovekar di wê baweriyê de ne ku Kurd ber bi pêvajoya aşitiyê ya bi Tirkiyeyê re dimeşin û ji bo reformên yasayî atmosfera siyasî amade dikin. Desthilatdarên Şamê jî ji bo avakirina hikûmetê rastî kêşeyên nû tên.

Bangewaziya  Rêber Ocalan û kêşeyên desthilatda Şamê mijarên rojnameyên erebî bûn
28 sibat, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereb ên vê sibehê der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û mekanîzmaya avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê nivîsîn.

DI NAVBERA ERDOGAN Û KURDAN DE JI GIRBESTEKÊ WÊDETIR

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê şanda Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan ve civîneke çapemeniyê de hat ragihandin, nivîsî.

Rojnameya El Ereb a Londonê nivîsî ku banga Abdullah Ocalan nîşan dide ku Kurd piştî dehên salan, cara yekem ber bi pêvajoya aştiyê ve bi Tirkiyê re diçin, ku hewaya siyasî ji bo reformên destûrî an hilbijartinên pêşwext amade dike ku dikare demek din ya serokatiyê bide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.

Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser heman mijarê nivîsî ku Ocalan bûye parêzvanê demokrasî û aştiyê û diyar kir ku ew dikare deriyê çareseriyeke dîrokî, veke, ku bûye sedema bi deh hezaran kuştî û birîndaran û bandorên mezin li Tirkiyê û cîranên wê kiriye.

PÊŞNIYARÊN NEPABEND... GELO DÊ HIKÛMETEKE NIŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÊ BÊ AVAKIRIN?

Derbarê pirsa Sûriyeyê de, rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku siyasetên rêveberiya nû pir lawaz in û nikarin kêşeyên li ber wê çareser bike. Wê guh neda hemû bangên avakirina artêşeke niştimanî, serkirdeyên biyanî kirin serkirdeyên yekîneyên artêşê, guh neda zêdetirî 7 hezar efserên ku ji artêşa Sûryeyê veqetiyayî, û bi hezaran kesên din ên yên artêşa rejîma Sûryeyê ku ne sûcdar in, her wiha der barê rewşa aborî û karkeran de jî siyasetên şaş pêk anîn.

Rojnameyê destnîşan kir ku "kêşeyên ku li pêşiya rêveberiya nû ya Sûriyeyê ne, pêdivî bi plansaziyek qonaxa veguhêz heye. Planeke ne weke ya ku niha pêk tîne.

(k)