Cotkarên Aliyanê tovên genim û ceh amade dikin

Cotkarên herêma Aliyan a Çilaxayê ji bo mewsima bê ya çandiniyê dest bi dabeşkirin û dezenfektekirina tovên genim û ceh kiriye.

14 tebax, 2026   07:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî kêmbûna rêjeya hişkesaliyê li herêmê û barîna baş a baranê, rewşa hewayê bandoreke erênî li berhemên çandiniyê yên mîna genim û ceh kir, vê jî hişt berhemdariyeke baş li herêmê pêk were.

Piraniya cotkaran beşeke berhemên xwe ji bo ku di mewsima bê de bi kar bînin, rakiribû. Niha jî hejmarek cotkarên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxayê dest bi amadekariyên mewsima nû kiriye.

Pêvajoya amadekirina tovan bi hilbijartina cureyê baş ê berhemê dest pê dike, piştre ew bi alavên taybet ji nav hev tên derxistin, dabeşkirina 100 kîloyan derdora 10 hezar lîreyê Sûriyeyê dike.

Piştî temamkirina dabeşkirinê, bi rêya dermanên taybet qonaxa dezenfektekirinê dest pê dike. Madeyên dezenfektekirinê bi awayên cuda tên bikaranîn.

Cotkarê ji gundê Xişêniyê yê Çilaxayê Hisên Haco yê ku tovê xwe ji bo mewsimê nû yê çandiniyê amade dike, diyar kir ku başbûna rewşa hewayê û zêdebûna rêjeya baranê, hişt ku asta hişkesaliya di salên borî de hate dîtin were guhertin. Ev bandor li berhemên çandiniyê kir û hişt ku beşek ji berhem ji bo bikaranîna tovên wê bimîne mewsimê bê jî.

Haco da zanîn ku cotkar ji niha ve dest bi amadekirina tovan kiriye, dabeşkirin û dezenfektekirina wan beriya hatina dema çandiniyê dihêle ku qelîteya tov û parastina wê ji nexweşiyan re baş bibe, pê re jî berhemdayîneke baş bide.

Hisên Haco destnîşan kir ku di demekê de ku pêdiviyên çandiniyê biha ne, rakirina beşeke berhemên mewsima heyî ji bo ku bibe tov, barê lêçûna kirîna tov li ser milê cotkaran radike.

Haco di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya qonaxa dabeşkirin û dezenfektekirinê ya beriya çandinê û da zanîn ku hilbijartina tovên baş dihêle ku berhemeke baş derkeve.

(sb)

ANHA