Komeleya Newroz û Kongra Star li Beyrûtê çalakiyeke protestoyî li dar xist

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Kongra Star a Lubnanê bi çalakiyeke protestoyî li pêşiya avahiya NY'ê ya paytexta Lubnanê Beyrûtê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Komeleya Newroz û Kongra Star li Beyrûtê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Komeleya Newroz û Kongra Star li Beyrûtê çalakiyeke protestoyî li dar xist
12 sibat 2024   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya patexta Lubnanê Beyrûtê çalakiyeke protestoyê li dar xist.

Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Lubnanê û bi sedan ji gelê Kurd ê li Lubnanê beşdar bûn.

Di serî de Kongra Star û Komeleya Newroz 2 daxuyaniyên cuda dan. Ji aliyê Cemal Hesen û Cîhan Efrîn ve hatin xwendin.

Di herdu daxuyaniyan de komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û tevgerên demokratîk hat kirin ku ji bo bidawîkirina vê komployê bibin yek. Ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û jinan e.

Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Saziyên Karkeran a Lubnanê Kastro Ebdullah wiha axivî: "Em bang li desthilata Tirk dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yekser pêk bînin û em piştgiriya xwe ji doza Kurdî re nîşan radigîhnin."

Her wiha seroka Komîteya Parastina Mafên Jinan a Navneteweyî Ayde Nesrellah banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Azadiya wî serkeftina dozên gelên bindest ên seranserî cîhanê di serî de doza Filistînê û doza Kurdî."

Li dawiyê daxwazname bi navê Komeleya Newroz ji bo nûnertiya komîseriya NY'ê hat radestkirin. Komîseriyê soz da ku ew ê daxwaznameyê bigihîne sekreterê giştî Antonio Guterres.

(mh)