‘Projeya Rêveberiya Xweser mertalê parastina aştiya navxweyî ye’

Şêniyên bajarê Tebqayê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek “mertalê parastina aştiya navxweyî” ku dikare pirengiya civaka Sûriyeyê bihewîne, wesifandin.

‘Projeya Rêveberiya Xweser mertalê parastina aştiya navxweyî ye’
15 adar, 2025   05:25
TEBQA

Şêniyên bajarê Tebqayê der barê girîngiya projeya Rêveberiya Xweser de ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Îqbal El Eran got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve gelek dewletan destwerdan kir, valahiyek di navbera pêkhate û taîfeyên wê de çêkirin, hewl dan şerekî mezhebî gûr bikin û şoreşa gel ji rêya wê derxistin. Mixabin pir alî ketin nava vî şerî û êdî pêkhate û mezheban bi hev re bijîn.”

Îqbal El Eran bal kişand ser herêmên Rêveberiya Xweser jî û wiha axivî: "Lê li erdîngariya Sûriyeyê, li herêmên Rêveberiya Xweser tenê em dbînin hemû pêkhate bi ol û neteweyên xwe bi saya projeya Rêveberiya Xweser bi hev re dijîn. Vê projeyê maf dide hemûyan, aştiya di navbera hemû pêkhateyan de diparêze. Lew re ji bo rawestandina tevlihevî û herkîna xwîne, divê ezmûna Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê pêk were.”

Jina bi navê Meha El Ubeyd diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser pêkvejiyana di navbera pêkhate û olan de parast, tu pêkhate paşguh nekir û azadî û taybetmendiyên tevahiyan parast.

Meha El Ubeyd bi domdarî got: "Bi proeya neteweya demokratîk em hemû pêkhate wekî xwişk û bira li hemberî dewleta Tirk a dagirker a hewl dide yekitiya me têk bibe, disekinin. "

Şêniyê bi navê Ehmed El Sayîl diyar kir ku rejîma berê îdia dikir ku ew kêmneteweyan diparêze, lê ya rast tevlihevî di navbera gel de derdixist û got: "Domandina rêbaza rejîma berê êdî fêde nake, ji ber ku çerxek di navbera taîfe, ol û neteweyan de çêkir, êdî pêwîstî bi projeyeke heye ku bêyî paşguhkirin an biçûkxistin hemûyan bihewîne û taybetmendiyên hemû pêkhateyan biparêze."

Ehmed El Sayîl destnîşan ku ezmûna Rêveberiya Xweser û serketina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rêvebirina civakên pirreng wekî Sûriyeyê mertalê parastina aştiya navxweyî ye û sekinandina kuştin û terorê ye.

(bb)

ANHA