'Banga Rêbertî  ji bo Sûriyeyê jî çareserî ye’

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina hemû nakokî û şerên li herêmê ye, ji bo aloziya Sûryeyê jî nimûneyeke rasteqîn e.

'Banga Rêbertî  ji bo Sûriyeyê jî çareserî ye’
24 mijdar, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHIYA EL HEBÎB

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin ji ajansa me re axivî.

Mihemed Îsa got, banga ku Rêber Abdullah Ocalan di Sibatê de kiribû, ji bo rawestandina şer û nakokiyan e. Her wiha diyar kir ku ev şer û nakokî ku di dirêjahiya deh sal û sed salên borî de derketine encamên zihniyeta dewlet-netewe û olperestî  ne ku ji aliyê dewletên despotîzma navendî ve hatin gûrkirin.

’NIMUNIYEKE AKTÎF A ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYEYÊ YE’

Mihemed Îsa îşaret pê kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan rewşa Sûriyeyê jî eleqedar dike û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Bang delîlekî aktîf ji çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyaloga demokratîk a di navbera alî û pêkhateyên Sûriyeyê de pêşkêş dike. Li Tirkiye êdî bandorên vê bangê li ser erdê şênber dibin. Gerîlayên PKK’ê di çarçoveya bersivdayîna banga Rêbertî de çekên xwe şewitandin û ji xaka Tirkiyeyê vekişiyan. Bê guman dê faktorên baweriyê teqez xwe li ser rewşa Sûriyeyê jî ferz bike û dê bi rêya diyalogên demokratîk rêya çareseriya demokratîk û aştiyê  peyda bikin. Kes dê nikaribe dînamîka ku bang di atmosfera herêmê de, di nav partî, tevgerên siyasî û rewşenbîran de afirandiye rawestîne.’’

Der barê çawa ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hêzên çalak ên li Sûriyeyê nêzî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin de, Îsa anî ziman ku ji bilî diyaloga demokratîk û kongreyeke nîştimanî tu rêyên din nîn in û. Îsa bi domdarî got: "Divê tevahî reng û pêkhate bi awayekî wekhev beşdarî kongreya nîşitmanî bibin.  Kongreya ku divê were lidarxistin divê bi destûreke realist  encam bigire ku hewcedariya Sûriyeyan a xilaskirina ji dewleta navendî ya yekalî, yek reng, yek etnîk û yek çand ên sebaba şer û pirsgirêkan e bi cih bîne. Divê hêzên nîştimanî di çarçoveya nameyên Rêber Abdullah Ocalan de rol û berpirsyariyên xwe bi cih bîne."

Îsa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Komxebata "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mîsogeriya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye" ku ku 15’ê  Îlona îsal  ji aliyê PYD’ê ve li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin  bi bîr xist û wiha pê de çû "Gelek hêz û tevgerên siyasî yên li ser erdîngariya Sûriyeyê ji bo komxebatê hatin vexwendin. Di komxebatê de modeleke diyalogê ya pir nêzî kongreyeke nîştimanî ya giştî derket pêş."

Îsa destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan hemû hincetên Tirkiyeyê yên ku çareserî li Sûriyeyê asteng dikirin, ji holê rakirin û ev nirxandin kir "Tirkiye îdia dikir ku QSD’ê beşek ji Partiya Karkerên Kurdistanê ye û xetereyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdikir. Lê piştî vê bang û şewitandina çekan, derketina gerîlayan ji xaka Tirkiyeyê îsbat bû hincetên li ser xetereya QSD’ê ne di cih de ne û ne rast  in. Tirkiye di rewşeke lawaz û îzole de ye. Divê Tirkiye mudaxeleya kar û barên Sûriyeyê neke û nekeve nav diyalogê navbera Sûriyeyan . Her wiha divê hêzên biyanî ji axa Sûriyeyê derkevin."

ERK Û BERPIRSYARIYÊN REWŞENBÎRAN

Mihemed Îsa têkildarî erka dikeve ser milê rewşenbîran jî wiha got: "Erka dikeve ser milê rewşenbîran; lêgerîn û lêkolînkirina sedemên aloziyê û dîtina rêbazên çareseriyê ye. Lêkolînkirina xwezaya dewleta navendî ya di çarçoveya îdeolojîk de ku sedema parçebûna pêkhateyan û şerên navxweyî berpirsyariyeke pêdiviyek lezgîn e. Ev berpirsyarî dikeve ser milê rewşenbîran û kesên welatparêz ên xwedî wijdan. Di heman demê de mîsyona wan lêkolînkirina felsefeya rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan e. Divê tegehên wî yên li ser neteweya demokratîk, jiyana hevbeş, civaka exlaq, polîtîk, civaka ekolojîk û mijarên têkildarî jineolojî ne lêkolîn bikin."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Mijara ku divê derdor û aliyên eleqeyê didin rewşa giştî û çarenûsa dewletê lêkolîn bikin, ezmûna QSD’ê bi hemû astên wê û projeya wê ya siyasî ye;  projeya aştiyê ya ku QSD` dixwaze li Sûriyeyê pêkbîne. "

(ac/bb)

ANHA