Banga Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê asoyên demokrasiyê xurttir kirin

Jinên ji rojhilatê Dêrazorê qeyda bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan bi erênî nirxandin ku piştî 27 salan cara yekê bi dîmen diaxive û ji bo aştiyê û civaka demokratîk bang kir.

Banga Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê asoyên demokrasiyê xurttir kirin
26 tîrmeh, 2025   23:58
DÊRAZORÊ

Çalakî ji aliyê Kombûna Jinan Zenûbiyayê ve li qeraxên Çemê Firatê li bajarê Hecîn yê rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin.

Jinan qeyda bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan bi erênî nirxandin ku piştî 27 salan cara yekê bi dîmen derdikeve û ji bo aştiyê û demokrasiyê bang dike.

Jinan bang, wekî xaleke girîng a dîrokî di rêya veguherîna demokratîk de li Sûriye û herêmê nirxandin.

Di çalakiyê de gelek jinan, endamên rêxistinên civaka sivîl û komîteyên jinan, nûnerên meclisên herêmî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdar bûn.

Her wiha li ser navê jinên herêmê daxuyaniyek hate dayîn ku tê de bal hat kişandina ser banga Rêber Abdullah Ocalan a ku “di demek girîng de hat" û "guherîneke stratîjîk di pêvajoya siyasî de temsîl dike”,  her wiha "ev banga dîrokî, ne tenê bi dirûşman ve sînordar e, lê belê nêrîneke stratejîk a berfireh li ser bingeha prensîbên aştî, edalet û demokrasiya piralî ye”.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ji bo pêkanîna vîzyona guhertina demokratîk hevgirtin pêwîst e.

Li gorî daxuyaniyê projeya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ne girêdayî komek an neteweyekê bi serê xwe ye, lê belê "projeyeke berfireh e ji bo avakirina civakeke hevgirtî ku bikaribe bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne, bi rêya mekanîzmayên diyalogê yên berfireh ku temsîliyeta hemî alî û berjewendiyan misoger dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civaka sivîl bi avakirina pirên ragihandinê di navbera komên cuda de, beşdarbûna di pêkanîna aştiya sivîl û avakirina modelek sûrîyeyî ya piralî de ku rêzê li pirrengiyê digire û beşdariya gel, zêde dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, beşdaran piştgiriya xwe ya tevahî ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve nîşan dan û amadebûna xwe ji bo pêkanîna nerîna Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê, bi awayekî ku xizmeta xwestekên gel ji bo azadî û edaleta civakî bike, diyar kirin.

Çalakî bi vêxistina mûman û avêtina gulan nav Çemê Firatê bi dawî bû.

(ac)

ANHA