Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan

Şanoya bi navê “Çeper” ku ji aliyê Komîna Şanoyê ve bi beşdariya gelek şênî û endamên saziyên sivîl û çandî ve hate organîzekirin, têgehên sînor û dabeşbûna civakî anî ziman.

Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya `ÇEPER` li Qamişloyê hate pêşandan
27 tîrmeh, 2025   00:03
QAMIŞLO

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşloyê, şanoya "ÇEPER" a ji hêla Ulker Koksal ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Romet Beko kiriye, ji hêla Komîna Şanoyê ve bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatiye organîzekirin, hat pêşkêşkirin.

Xelkên bajêr, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Hîlal Zerîn, endamên rêxistinên civaka sivîl û kesên ku bi şano û hunerê re mijûl dibin, beşdar bûn.

Şano çîroka 2 gundan, "Gundê Deryayê" û "Gundê Çiyayî" vedibêje, ku bi sînorên demdirêj ji hev cuda ne û hewl didin ku niştecihên wan ji hev cuda bikin.

Şano li ser xwesteka nifşê nû ji her du gundan disekine ku van sînoran rakin û li benda jiyaneke hevpar a aştî û têgihîştinê bin.

Di çarçoveya şahiyên salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê de şano hate pêşandan. Çaverê ye ku sibe şanoya bi sernavê “Hêdî” ya ku ji romana Eyub Soda hatiye girtin û Merwan Berakat nivisiye, Muheydîn Arselan derhêneriya wê kiriye, li ser heman dike saet di 20:00`an de were pêşandan.

(ac)

ANHA