"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"

Endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku Banga Aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, gaveke girîng e ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn, pêkanîna aramiyê û pêşxistina demokrasiyê.

"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"
"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"
"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"
"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"
"Banga Aştiyê gaveke ber bi Çareserkirina Krîzên Rojhilata Navîn e"
9 hezîran, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê saziyên navneteweyî û gelek welatên cîhanê ve weke destpêkek ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn, hate pejirandin.

ji rêveberên Komîteya Perwerdehiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Besam Elhemd diyar kir ku "Banga Aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, pêngaveke girîng e ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn" her wiha da zanîn ku "Partiya Karkerên Kurdistanê bersiva vê bangê da û xwe fesix kir û ragihand ku ew derbasî pêngava têkoşîna siyasî û çareseriya aştiyane bûye. Lê beramber vê bersivê dewleta Tirk ji bilî hin daxuyaniya, ti pêngavên şênber neavêtine, û polîtîkayên weke tecrîda li ser Rêbertî jîdewam dike. "

El Hemed her wiha da zanîn ku "Banga Aştiyê" ji pirsgirêka Kurd wêdetir, ji bo pirsgirêkên jinan, aborî û civakî jî, li gorî perspektîfa "Projeya Neteweya Demokratîk" çareseriyan pêşkêş dike.

Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya gundewarên bakurê kantona Reqayê Xalisa El Hesen got, "Aştiya rasteqîn ew e ku dê jiyana hevbeş, aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li herêmên din ên Sûriyeyê misoger bike. "

Xalisa bal kişand ser daxwaza jinan a ji bo pêkanîna aştiyê û ji nû ve avakirinê û jiyana asayî li herêmê.

Derbarê rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Xalasa tekez kir ku jin "azad û zane ne û dikarin xwe birêve bibin. Lewma bidestxistana mafên jinan bingeha her aştiyeke mayînde ye, ji ber ku wan roleke sereke di avakirina civakê û pêşengiya pêvajoya aştiyê de lîstiye. "

 Xalisa her wiha got, "Tirkiyê ji bo pêkanîna Banga Aştiyê tu gavên cidî neavêtiye. "

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Reqayê Fatma Xelîl tekez kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên azadîxwaz qîrîna azadiyê ye. Ew ne tenê ji bo çareserkirina doza kurdî ye, lê belê projeyeke jiyana hevbeş û biratiyê ye di navbera hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn de. "

 Fatma Xelîl bang li rêxistinên afên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin, da ku karibe pêşengiya pêşvajoya aşîtiyê bike. "

(k)

ANHA