Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê

Di encama xebata sal û nîvekê ya berdewam de Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parka avahiya desteyê ya Reqayê mûzexaneya belgekirina sûcên DAIŞ’ê vekir.

Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
Mûzexaneya Reqayê; belgekirina berfireh a sûcên DAIŞ’ê
9 hezîran, 2025   06:15
REQA
MIZGÎN ELÎ

Piştî nêzî 7 sal di ser rizgarkirina Reqayê re derbas bû, mûzxaneya "bîranînên nayên jibîrkirin" weke yekemîn mûzexaneya belgekirina berfireh a sûcên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê ku dihat îdiakirin paytexta wan e, hat vekirin.

Ev ne tenê şahidê bûyerên borî ye, lê sembolek ku nifşên nû li ser vegera tarîtiyê hişyar dike ye, û cîhanê bi bîr dixe ku edaleta pêvajoya veguhêz daxwazeke biîsrar a tevahî Sûriyeyê; ji Reqayê bigire heta bi peravê, ye.

Girêdayî mijarê, hevseroka Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf axivî û got: "Di mûzexaneyê de 100 wêneyên bi baldarî hatine hilbijartin û ji nava hezaran belgeyên bi zehmetî hatine bidestxistin, hene. Ev wêne li ser tevlêkirina zarokan bi darê zorê di nava çeteyan de û perwerdekirina wan li ser darvekirina meydanî, ne."

Serfiraz wiha domand: "Li dijî jinan binpêkirinên wekî mehrûmkirina ji perwerdehiyê û xebatê, neçarkirina wan a lixwekirina laçikê di bin gefa çekê de. Her wiha cihên şûnwarî yên li bajêr ku mîrasa şaristanî ya bi hezaran salan e, hatin wêrankirin."

Der barê rêbazên darvekirina hovane de Sefiraz wiha domand: "Çeteyên DAIŞ’ê gelek rêbazên darvekirina hovane wekî çarmîxkirin, şewitandin û xeniqandin bi kar dianîn. Di van rêbazan de sivîl dibûn qurbanî. Ev yek li Çarxerêya Neîm ku bi Çerxerêya Cehîm dihat naskirin pêk dihat. Çeteyên DAIŞ’ê di rojekê de 80 seriyên birî li wê çarxerêyê daliqandibûn."

PEYKERÊN SÛCÊ

Şêwekaran hovîtiya DAIŞ’ê bi çêkirina peyrekan nîşan da. Şêwekaran Çerxerêya Cehîm çêkir û li ser 3 seriyên birî ku ji cebsînê hatine çêkirin û nîşaneya qurbaniyên darvekirî ne, daliqandin. Li kêlek wê şêwekaran peykerên binpêkirinên dijî jinan weke peykera jinekê bi zincîran hatiye girêdan û peykerek din ku serî hatiye birîn û darvekirina jinan nîşan dide, çêkirin. Her wiha peykera 10 seriyên nenas ên hatine birîn hat çêkirin, ku ev yek bi bîra mirov tîne ku bi hezaran qurbanî hîna heta îroj aqûbeta wan nayê zanîn, hene.

Serfiraz diyar kir ku li kêlek birnameyên çeteyên DAIŞ’ê dane alavên dervekirinê hene. Ji wan biryarnameyan ferzkirina nimêjê, girtina dikanan û darvekirina kesên dijber, veguherandina dibistanan bo dîwanên şerîetê, rakirina meteryalên perwerdehiyê bi hinceta ku dijî şerîeta îslamiyê.

PEYAMA MÛZEXANEYÊ; DI NAVBERA BORÎ Û NIHA DE

Serfiraz Şerîf diyar kir ku armanc ne tenê belgekirina êşê ye, lê armanc ew e ku berxwedana xelkê Reqayê û fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), yên ku di 2017’an de herêm ji destê terora çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye, werin belgekirin.

Di mûzexaneyê de tê nîşandan ku di serdema serweriya DAIŞ’ê de mafên jinan hatibûn qedexekirin û mîras hatibû hilweşandin, li beramberî wê jî bi hatina Rêveberiya Xweser re jin tev li xebatê bûn û saziyên çandî hatin sererastkirin.

Serfiraz banga pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz kir, ku her kesê li dijî sûriyeyiyan sûc kirine; çi DAIŞ’ê dibe yan jî dewleta Tirk a dagirker dibe ku hîna sûcên xwe li bakurê Sûriyeyê didomîne, werin cezakirin.

LI HEMBER SÛKÊN FIROTINA JINAN BERTEKÊN ŞOQ ÊN NAVNETEWEYÎ

Mûzexaneyê şandeyên ji hundirê Sûriyeyê, tûrîzmên ji Amerîka, Çîn û Singapore pêşwazî kirin. Şande li hember belgeyên ku bazariya firotina jinên êzidî tevî nîşandana bihayên wan, şoq man û nikarî dîmen û peykerên wê serdemê û hovîtiya çeteyan nîşan didin, temam bikira.

(fr)

ANHA