Bandorên Serdana Papa bo Lubnanê û aloziya Sûdanê rojeva rojnameyan bû

Rojnameyên îro nivîsîn ku serdana Papa bo Lubnanê du aliyên wê yên sereke hene: li hundir, peyamek bû ji raya giştî ya Lubnanê re, û li derve fikara Vatîkanê li ser siberoja welatekî ku ji ber pevçûn û hilweşînên li pey hev westiyayî ye nîşan dida. Li aliyekî din nakokiya li Sûdanê nîşan da ku krîz ji pevçûna çekdarî mezintir e.

Bandorên Serdana Papa bo Lubnanê û aloziya Sûdanê rojeva rojnameyan bû
3 kanûn, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê peyamên serdana Papa Leo ya bo Lubnanê û nakokiya berdewam a di navbera Hizbullah û Îsraîlê de û rewşa li Sûdanê, nivîsîn.

SERDANA PAPA BO LUBNANÊ: PEYAMÊN NAVXWEYÎ Û DERVE... Û BANDORA SIYASÎ YA SÎNORDAR

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku serdana Papa bo Lubnanê du aliyên wê yên sereke hene: "Li hundir, ew peyamek baweriyê û siyasî bû ji bo Xiristiyanan, ku ji wan hat xwestin, rola xwe li Lubnanê biparêzin bêyî binpêkirina mafên civakên din ên olî. Li derve, ew fikara Vatîkanê li ser siberoja welatekî ku ji ber pevçûn û hilweşînên li pey hev westiyayî ye nîşan dida, Papa diyar kir ku 'ciwan û pêkhateyên civaka Lubnanê' hîn jî dikarin jiyan û aramiyê vegerîne."

GELO ŞERÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û HIZBULLAHÊ DE DÊ VEGERE?

Rojnameya El Ereb a li Londonê jî li ser îhtîmala ku dîser pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê rû bide nivîsî, û destnîşan kir ku Îsraîlê ji piştî şerê dawî ve "bi dehan caran agirbest binpê kiriye", di heman demê de Hizbullah bersiv nedaye. Rojnameyê ev yek wekî hewldanek Îsraîlê ji bo kişandina Hizbullahê ber bi tûrek nû ya şer nirxand.

Rojnameyê da zanîn ku sedema zêdebûna aloziyê mijara çekên Hizbullah an çekên Hamasê derbas kiriye, ji ber ku "projeya rastîn" ew e ku herêmê bikşîne ber bi pêvajoyeke ku xizmeta projeya "Îsraîla Mezin" bike.

XEWNA NÛ YA SÛDANÊ

Rojnameya El Beyan nivîsand ku pevçûna berdewam a di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de "projeya mezin e, ku beşdarên wê biryar dane xwe biteqînin", ku ev pevçûn ji nakokiyên ramyarî û îdeolojîk bêhtir, pevçûneke li ser "hêz û berjewendiyan" e.

Rojnameyê diyar kir ku avakirina "Sûdana Nû" hewceyê veguheztinek ber bi hikûmetek sivîl a demokratîk de, ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, redkirina tundrewiya olî, jiholêrakirina bandora Îxwan El Muslimîn, kêmkirina bandora Pasdarên Şoreşa Îranê, û redkirina dayîna baregehên leşkerî ji hêzên herêmî an navneteweyî.

Rojnameyê bal kişan ser girîngiya bidawîanîna kuştin li ser bingeha nasname an nîjadî û xebat were kirin  pêkanîna geşepêdaneke hevseng ku hemî herêmên Sûdanê digire nav xwe.

(k)