Bandorên guhertina avhewayê li ser hilberînê û tedbîrên pêwîst

Li hember bandorên guhertina avhewayê li ser çandiniyê ku di encamê de gelek zevî hişk bûn û hilberîna xwecih kêm bû, tedbîrên ku divê bêne girtin çi ne?

29 tebax, 2024   09:00
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Li gorî salên borî, vê havînê hewa pir germ bû ku pileya germahiyê gelek caran gihaşt 50 dereceyan.

Cotkarê bi navê Weysî Selîm li 110 donim erd bacanên sor çandine lê ji ber germahiya zêde beşeke mezin jê xirab bû.

Selîm der barê mijarê de got: “Germahî zêde bû. Germahiya zêde jî beşeke mezin a riwekan xirab kirin û nexweşî di nav de belav kirin. Her sal van çaxan bostanê min şîn bû. Lê niha zer e. Sebze li ber tavê ne. Ji ber wê xirab dibin. Berhema bostanê min li gorî salên borî ji sêyan yek kêm bûye."

Bi nêrîna Selîm bi qasî tê xwestin destek ji wan re nehatiye kirin, vê jî bandoreke neyînî li berhemên wan kiriye.

Li gorî daneyên Desteya Çandiniyê ya kantona Cizîrê, îsal li 132 hezar doniman sebze hatine çandin lê sala borî 74 hezar donim bû.

Li gorî bazirganên sûka sebzeyan a Qamişloyê, li gorî salên borî sebze erzan in ji ber ku anîna sebzeyan ji derve, kêm bûye.

‘BANDORA GUHERTINA AVHEWAYÊ ÎSAL HERÎ ZÊDE BÛ’

Hevserokê Gerînendetiya Parastina Riwekan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Sozdar Biro got guhertina avhewayê bandor li çandiniyê dike û wiha domand: "Îsal li gorî salên din bandora guhertina avhewayê zêdetir bû.”

Li gorî Desteya Çandiniyê jî li herêmê nêzî miyonek û nîv ton genim dê bihata hilberandin lê ji ber guhertinên avhewayê ev rêje heta nîvî daket.

Sozdar Biro got: "Pileyên germahiyê di wextên nepêşbinkirî de, zêde bûn. Baran kêm bariya. Qeşa jî di zivistanê de çênebû. Rêjeya şiliyê jî hin caran zêde bû. Ji ber van faktoran, nexweşî çêbûn. Vê jî bandoreke gelekî xirab kir.”

Biro da zanîn ku guhertinên avhewayê herî zêde bandorê li sebzeyên wekî bacana sor û xiyaran kiriye, nemaze di qonaxên mezinbûnê de û di encamê de gelek zevî xirab bûn.

Biro bal kişand ser sedemên din ên xirabbûna berheman ku cotkaran tedbîr negirtin û perspektîfên çandiniyê li gorî tê xwestin bi cih neanîn.  Biro wiha pê de çû: "Cotkaran li gorî tê xwestin, tedbîrên bingehîn di ajotin, bikaranîna tovên guncaw, semadkirin, avdanê de negirtin. Nebûna van tedbîran, bi xwe re encamên xirab anî û li gorî salên borî, nîvenîv kêm bû."

TEDBÎRÊN PÊWÎST

Li gorî Biro, divê cotkar tovên li gorî avhewaya herêmê bi kar bînin, di wextê xwe de berheman semad bikin, bi rêbazên nûjen zeviyan av bidin û bi vî awayî dê bikarin berhemeke baş bi dest bixin.

(şx)

ANHA