Balafirên şer ên Îsraîlê hin deverên din ên Sûriyeyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê li dijî nuqteyeke li çiyayê Qasiyon û balafirgeha leşkerî ya Mezayê yên li Şamê, êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên şer ên Îsraîlê hin deverên din ên Sûriyeyê bombebaran kirin
13 kanûn, 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişên nû li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne. Balafiran nuqteyeke li çiyayê Qasiyon û balafirgeha leşkerî ya Mezayê yên li Şamê bombebaran kirin.

SOHRˋê aşkera kir ku dengên teqînên xurt hatin bihîstin, hemwextî wê dûman ji cihên hatine hedefgirtin bilind bû. Lê tu agahiyên li ser windahiyên canî nehatin parvekirin.

SOHRˋê diyar kir ku ji destpêka îsal ve Îsraîlê 150 carî êrişên hewayî û 26 êrişên bejahî, bi giştî 176 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye. Di encama wan êrişan de 321 armanc hatin wêrankirin. Depoyên çekan, cebilxane, baregeh û navendên alavan bûn hedef. Li kêleka wê jî 416 leşker hatin kuştin û 286 jî birîndar bûn.

(fr)