10 sal ceza dan xwediyê hola dawetê ku 122 kes tê de şewitîbûn

Li xwediyê hola dawetê ya li Mûsilê şewitîbû û 122 kes tê de miribûn, 10 sal ceza hate birîn.

10 sal ceza dan xwediyê hola dawetê ku 122 kes tê de şewitîbûn
13 kanûn, 2024   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 26’ê Îlona 2023’yan de li navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Nînovayê ya Iraqê, di holeke dawetê de şewat derketibû. Di şewatê de 122 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 200 kes jî birîndar bûbûn. Dawet a xiristiyanan bû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dadgeriya Iraqê li xwediyê hola dawetan 10 sal cezayê girtîgehê birî.