Balafirên şer başûrê Kobanê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundewarê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir.

Balafirên şer başûrê Kobanê bombebaran kir
29 ÇILE, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ji herêmê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundewarê başûrê bajarê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Beriya çend saetan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê maleke welatiyan bombebaran kir, di encamê de 2 kes şehîd bûn û yek birîndar bû.

(fr)