Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin

Piştî betlaneya xwendinê ya nîvê salê bi dawî bû, dibistanên kantona Dêrazorê dest bi xebata perwerdehiyê kir, her wiha Desteya Perwerdê xebatên temamkirina pêvajoya perwerdehiyê li 7 gundan didome.

Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
Piştî bidawîhatina betlaneya nîvê salê dibistanên Dêrazorê deriyên xwe vekirin
29 ÇILE, 2025   18:12
DÊRAZOR

Piştî betlaneya xwendinê ya nîvê sale bi dawî hat, xwendekarên kantona Dêrazorê ji bo temamkirina xwendina xwe vegerîn ser daniştên xwendin.ç

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên kantona Dêrazorê bi tevahî qonaxên xwendinê 259 hezar li 760 dibistanan belav bûne.

Nêzî 8 hezar û 583 mamosteyên jin û mêr xebatên Rêveberiya Dibistanan û şopandina rewşa perwerdehiyê dikin. Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê dest bi aktîvkirina dibistanên li 7 gundan di vê dawiyê de rejîma Baasˋê jê derketine, kir. Li wan gundan 40 dibistan e û tê de nêzî 14 hezar û 500 xwendekar dixwînin.

Hejmara dibistanên bi temamî li Dêrazorê hatine rûxandin 43 ye, bi awayekî beşî jî 40 dibistan ji ber şerê li herêmê hatine wêrankirin. Deste li ser sererastkirina van dibistanan li gorî derfetên xwe dixebite.

(fr)

ANHA