Balafireke bêmirov kargeha Lavarge ya li başûrê Kobanê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a artêşa dewleta Tirk a dagirker kargeha Lavarge ya li gundê Xirab Eşk ê ku 60 kîlometre li başûrê Kobanê ye, bombebaran kir.

Balafireke bêmirov kargeha Lavarge ya li başûrê Kobanê bombebaran kir
11 kanûn, 2024   16:19
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kir ku beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker kargeha Lavarge ya li gundê Xirab Eşk ê ku 60 kîlometre li başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bombebaran kir.

Der barê hûrgiliyên din de nûçegihan tu agahiyên zêde bi dest nexistin.

(fr)