Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir

Qetilkirina 3 jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li kantona Minbicê, ji hêla jinan ve bi tundî hate şermaezarkirin. Jinan soza tolhildanê da.

Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
Qetilkirina 3 jinên çalakvan li Minbicê hêrseke mezin di nava jinan çêkir
11 kanûn, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Minbicê de, 3 jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Eyşe Ebdulqadir û Îman, bi destê çeteyan hatin qetilkirin. Ji bo şermezarkirina vê tawanê sazî û rêxistinên jinan daxuyaniyên cuda dan. 

QAMIŞLO

Desteya Jina a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê îro bi amadebûna bi dehan endamên rêxistinên jinan, qetilkirina 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber navenda desteyê ya li Qamişloyê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê cîgira Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Riweyda Mihemed ve hate xwendin. Hate destnîşankirin ku sûcê hovane yê li dijî her sê jinan ne tenê "êrişeke leşkerî" ye, lê êrişeke rasterast e li ser vîna azad a jinan e.

Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev sûc berdewama zincîreke dirêj a sûcan e ku ji dema qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef a di sala 2019’an ve dewam dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê di şopa wan de têkoşînê bidomînin û fedakariya wan dê bibe ronahiya rêya me ya azadiyê.”

HESEKÊ Û REQA

Reqa

Heseke

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê û Reqayê jî bi daxuyaniyeke hevpar sûcê qetilkirina 3 jinan şermezar kir û soz da ku rêya têkoşîna wan dişopîne.  

Di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin hate silavkirin û soza bilindkirina dengê jinên azad hat dayîn.

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birakê kantona Cizîrê, Kongreya Star û komîteyên jinan ên bajar daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinan li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin dê li ser rêya têkoşer Qemer El Sod, Eyşe Ebdulqadir û Îman berxwedan û têkoşîna li dijî  dewleta Tirk a dagirker û hemû êrişên li hember jinan, berdewam bikin.

HOL

Li bajarê Holê yê kantona Cizîrê jî Kongreya Star, Buroya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk û ofîs û komîteyên jinan ên li saziyên bajêr, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev têkoşerên jin ji bo parastina xaka xwe û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Minbicê şehîd bûne."

ŞEDADÊ

Her wiha li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, Buroya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk bi amadebûna nûnerên sazî û komîteyên jinan li ber Pakrewangeha Şehîdên Şedadê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her sê têkoşer bûne mînaka fedakariyê ku bi wêrekî li Minbicê rûmet û azadiya gelê xwe parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Heta ku dagirkerî ji holê rabe em ê têkoşîna wan bidomînin. Mirina ji bo welat rûmeteke mezin e, şehîd namirin, di bîra nifşan de nemir in.”

(k)

ANHA