Balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî Hewlêrê kir

Balafireke bêmirov a bombebarkirî, êrişî bajarê Hewlêrê yê Başûr kir, di encamê de zererên madî çêbûn.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî Hewlêrê kir
4 adar, 2026   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rêya balafireke bêmirov a bombebarkirî, êrişî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hate kirin û di encamê de zererên madî çêbûn. Hate ragihandin ku balafira bêmirov a bombebarkirî li taxa 32ˊan a Park ketiye xwarê.

Li gor agahiyên destpêkê, dengekê mezin ji êrişê balafira bêmirov hate bihîstin, di encamê de tenê zererên madî çêbûne.

Di saetên êvarê de jî êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve bersiva êrişan hate dayîn.