Bafil Talebanî: Bi berpirsyartî nêzî doza Rojava bibin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî sala nû pîroz kir û da zanîn ku ew hêvî dikin di sala nû de bi ruhekê netewî û berpirsyartiyê kar û têkoşîn ji bo bihêztirkirina Kurdistanê were kirin û nêzî pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin.

Bafil Talebanî: Bi berpirsyartî nêzî doza Rojava bibin
31 kanûn, 2024   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi peyamekê sala nû pîroz kir û da zanîn ku ew hêvî dikin di sala nû de bi ruhekê netewî û berpirsyartiyê kar û têkoşîn ji bo bihêztirkirina Kurdistanê were kirin. Talebanî got; “Pirgirêka Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ye. Pêwîste bi berpirsyartî û hişyarî tevbigerîn û sala nû bikin sala aştî û pêkvejiyanê.”

Peyama Bafil Talebanî wiha ye;

“Ez hêvîdarim ku em hemû di sala nû de bi ruhekî netewî û berpirsiyar kar ji bo xurtkirina Kurdistanê, avedanî, pêşketina zêdetir bikin, hikûmeteke xizmetkar, dadmend ava bikin ku jiyana xelkê biparêze, mafên wan misoger bike, hewl bide jiyaneke bi rûmet û serbilind ji bo gelê hezkirî yê Kurdistanê pêk bîne.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) pêşwaziyê li hemû hewl û pêşniyarên ku armanca wan çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û bidawîkirina nakokiyan dike, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexdayê û gihiştina çareseriyeke erênî ya yekcarî. Her wiha pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku di qonaxeke dîrokî de ye, pêwîstî bi hewl û piştgiriya me hemûyan heye û divê bi berpirsiyarî û hişyarî pê re danûstandin bikin.

Bila em hemû bi hev re sala nû bikin sala aştî û pêkvejiyanê, bicihkirina dadmendiyê û serweriya yasayê. Bi yekdengî û yekrêziya xwe emê Kurdistanê bihêztir bikin û pêşerojeke geştir misoger bikin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye û li ser milê me hemûyane.”