′Azadiya Rêbertî daxwaza tevahî gelên cîhanê ye′

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî gelên cîhanê ye û got: ′′Pêngava cîhanî dê bibe zemîneke xurt a têkoşîna aştî û azadiyê.′′

′Azadiya Rêbertî daxwaza tevahî gelên cîhanê ye′
9 kanûn 2023   02:52
MINBIC
 MIHEMED EL ŞÊX

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ê li Minbicê Mihemed Sadiq El Esîdî bi bîr xist ku pêngava cîhanî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendên li cîhanê dest pê kir û wêjevan, ronakbîr û kesên ku xelata Nobel a aştiyê wergirtine beşdar bûn. El Esîdî anî ziman ku pêngav li Arjantîn, Kanada, hemû Ewropa û Afrîkaya Başûr belav bûye.

Mihemed Sadiq El Esîdî got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah daxwaza tevahî gelên cîhanê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Rêbertî banga aştî û biratiya gelan dike, lê ev yek li dijî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirekr û dewletên kapîtalîst ên li piştî wê ye, lew ra bi komplo û ferzkirina tecrîdeke giran didin ramanên wî tune bikin."

El Esîdî destnîşan kir ku pêngava cîhanî girîngiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û asta girêdana gelan bi vî fikrî îsbat dike û wiha got: "Fikrê Rêbertî rêya azadiyê ye û hewldanên Tirkiye û kapîtalîzmê yên reşkirina vî fikrî têk çûn."

′ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ′

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Mihemed Husam Şewax jî pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûye gerdûnî û wiha şîrove kir: "Her çiqasî zextên rêjîma Tirk a faşîst li ser Rêbertî zêde dibin ewqasî têkoşîn û îsrara gelan a ji bo azadiya wî zêde dibin. Destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne, aştî û pêkvejiyana ku piştî şer û wêraniya bi salan, hatine belavkirin berhemên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ev şoreş ji bo tevahî gelên cîhanê bûye jêdera îlhamê û îsbat kir ku kilîta çareserkirina aloziyan girêdayî kesayeta Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî."

TÊKOŞÎN WÊ BERDEWAM E..

Her wiha endama însiyatîfê Hind Dagistanî diyar kir ku pêngav xurtir dibe û azadxwazên cîhanê tev lê bûne û got: "Ji vê zêdetir li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst 110 girtiyên ketine greva biçîbûnê, ruxmî mercên zehmet ên girtinê lê bi israr in ku grevê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were."

Hind Dagistanî destnîşan kir ku azadiya gelên bindest girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku pêngava cîhanî wê bibe zemîneke xurt a têkoşîna ji bo aştiyê.

(bb)

ANHA