2541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin Rêber Apo bibînin

Her du înîstiyatîfên ku li Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dest bi kamanyaya navneteweyî kiribûn, bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê ragihandin. Hate diyarkirin ku kampanyayê dengvedaneke berfireh girt, li hemû herêmê û Sûriyeyê 2 hezar 541 kesayet tevlî bûn.

2541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin Rêber Apo bibînin
21 îlon, 2025   13:34
QAMIŞLO

Piştî ku Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan di 20`ê Tebaxê (2025) li Sûriyeyê dest bi kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / `Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim`” kiribû û 10`ê Îlonê bi dawî kiribû, îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê eşkere kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûna endamên însiyatîfan hate dayîn. Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji hêla Jiyan Arkendî û Ahîn Heyder ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana "Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim" kampanyayek da destpêkirin.

Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê, bersiva vê bangê dan.

Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek aliyên mîna çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyeyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkumen, Çerkez, her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî bûn. Hejmarek ji kesayetên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê jî tevlî bûn.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana "Ji bo cîhaneke aştiyane tev bigerin" her 21’ê Îlonê tê pêşwazî kirin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku  kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2,541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû.

Encamên vê kampanyayê, tev nameyek fermî, dê ji van saziyên navneteweyî yên têkildar re werin şandin:

•             Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.

•             Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT).

•             Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê.

•             Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî.

•             Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê.

Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di serî de mafê azadî, aştî û dadê ye, bi giştî di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye.

Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.”

(sb/fr)

ANHA