Li dijî êrişan seferberiya giştî

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, ciwanên li bajarê Şedadê seferberiya giştî ragihand, Tevgera Civaka Demokratîk jî tevlêbûna xwe ya nava HPCˈê ragihand. Gaziyên şer jî diyar kir ku ew amade ne vegeriyên eniyên berxwedanê û destkeftiyan biparêze.

Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
Li dijî êrişan seferberiya giştî
4 kanûn, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê seferberiya giştî îlan kiribû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan der barê mijarê de daxuyaniyek hevbeş li Baxçeyê Rêber Apo yê li bajarê Şedadê da. Ciwanan di daxuyaniyê de seferberiya giştî li dijî êrişên dagirkeriyê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê Eymen El Ebdullah ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin "Ciwanên şoreşger ji bo parastina  û destkeftiyên şoreşgerê û parastina herêmê ji hewldanên guhertina demografî û qirkirina çand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dimeşîne piştgiriyê didin QSDˈê. Em ne şerxwaz in. Em tevlêbûna xwe ya nava QSDˈê radighînin. Em soz didin em ê têkoşîna li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan û pîvanê şerê gel ê şoreşger bidomînin."

Saziya Gaziyên Şer a bajarê Şedadê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên Kongra Star li pêşiya Baxçeyê Rêber Apo hate dayîn.

Hesen El Subhî daxuyanî xwend diyar kir ku gaziyên şer piştgiriyê didin koçberên Efrîn û Şehbayê û amade ne destkeftiyên herêmê biparêzin. Herw hiha piştgiriya gaziyan a bi berxwedana QSD û YPJˈê re nîşan da.

Subhî vekişandina hêzên hikumeta Şamê ya bêyî berxwedanê ji Helebê û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dide Osmaniya nû ava bike û herêmê veguherîne qada terorê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li koçberên Efrîn, Şehba, Heleb û Hemayê hat kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.

Li bajarên Qamişlo û Hesekê jî ji aliyê TEV-DEMˈê daxuyaniyên cuda hatin dayîn.

Daxuyaniya li bajarê Qamişloyê ji pêşiya avahiya Yekitiya Odeya Pîşesaziyê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˈê Îlham El Omer ve hat xwendin. Daxuyaniya li Hesekê jî li pêşiya avahiya TEV-DEMˈê ve hate dayîn û ji aliyê endamê TEV-DEMˈê Eymen Adem ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de qirkirina etnîkî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn-Şehbayê tê kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin. Her wihan banga parastina sivîlan hat kirin.

Di daxuyaniyê de endamên TEV-DEMˈê tevlêbûna xwe ya nava hêzên parastina civakî ragihand.

 (bb)

Gaziyên şer ên Şedadê