Avahiyeke pîşesazî li Dêrikê hat bombebarankirin
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyeke pîşesazî bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.
Li gundewarê bajarê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin û dûman ji cihê bûyerê rabû.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji çavkaniyên ewlehî yên li bajêr dane, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 2 caran derdora gundê Tebkê yê herêma Koçerat bombebaran kir.
Li gorî heman çavkanî, di encama bombebaran li dijî avahiyeke pîşesazî de zirarên madî çêbûn. Tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bombebaranê û agir vedimirîn.
(fr)