Ava vexwarinê li Qamişloyê li gorî pîvanên tenduristiyê tê paqijkirin

Serokê Laboratuwara Avê ya Qamişloyê Fehmî Hisên diyar kir ku ava vexwarinê ya ku ji şêniyên bajêr re tê belavkirin, li gorî pîvanên Sûriyeyê û nêzîkî pîvanên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye.

15 tîrmeh, 2026   13:20
QAMIŞLO

Di demsala havînê de, pirsên şêniyan ên der barê kalîteya ava vexwarinê de zêde dibin, bi taybet der barê bêhna klorê, asta bilind a kîrêcê û guncawbûna wê ji bo vexwarina mirovan. 

Serokê Laboratuwara Avê ya Qamişloyê Fehmî Hisên der barê mijarê de ji ajansa me re diyar kir ku hemû ava ku tê pompekirin nav tora bajêr, ji bo piştrastkirina lihevhatina wê bi pîvanên tenduristiyê re, bi rêk û pêk di laboratuwarê re derbas dibe.

Der barê paqijkirina avê de Hisên diyar kir ku rêxistinên navneteweyî bi berdewamî materyalên ji bo paqijkirina avê peyda dikin û da zanîn ku heya niha kêmasiya van materyalan tune ye.

Hisên diyar kir ku nimûneyên avê ji bîr, stasyona pompekirinê û xalên cuda yên di nav torê digirin û li laboratuwara avê analîz dikin da ku piştrast bikin ku ew li gorî pîvanên standart in, her wiha diyar kir ku her ava ku ne li gorî şertên tenduristiyê be, nayê dayîn.

(k)

ANHA