Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû

Di panelekê li de Helebê astengiyên li pêşiya serketina banga “aştî û civaka demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan, hatin gotubêjkirin.

Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
Astengiyên li pêşiya banga Rêber Abdullah Ocalan mijarên panelekê li Helebê bû
19 tîrmeh, 2025   17:49
HELEB

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê têkildarî dûrahiyên hişqûqî yên însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan panelek bi sernavê “Banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştiyê û Civaka Demokratîk” li hola Cezîrê ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. 

Endam û nûnerên partiyan, saziyên sivîl, meclis, komîn, rûspiyên her du taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li panelê bûn.

BINGEHA ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ!

Hevseroka Yekitiya Parêzeran Fadye Şêx Îsa di panelê de axivî û got: “Bingeha şoreşa 19`ê Tîrmehê, bi sazya stratejiya xeta siyamîn bi ser ket. Ev xet, dûrî têgeha dewletiyê, desthilatê, desthilatdariyê û tekakesiyê ye.”

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Menan Cafer jî axivî û got: “19`ê Tîrmehê bi xwedîderketina li ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên birêxistinkirin û rêveberiyê, roja guhertinê, guhertina zihniyeta baviksalariyê, desthilatdariyê û avakirina pergaleke demokratîk e ku taybetmendî û mafên tevna pirreng a Sûriyeyê dabîn dike.”

Berdevaka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amne Xidir balkişand ser rola jinan di şoreşê de û wiha domand: “Jinan li hemberî siyasetên dagirkeriyê, şer kir, bi vîna xwe ya azad dîroka rûmetê nivîsand. Bû modela herî xurt a li hember ideolojiya herî dogmatîk disekine û şaxên terorê ji kokê ve tune kir. Bi vîna ku ji Îmraliyê wergirtiyê ala şoreşa îdeolojî, siyasî û leşkerî, hilda.”

BANDORA BANGA DÎROKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN!

Parêzer Hislên Silêman, naveroka banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, karesetên ku kampîtalîzêmê bi xwe re afirandine, bandora têkoşîna gelê Kurd ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan esasa wê ye, guhertinên li ser qada navneteweyî û herêmî piştî vê banga dîrokê nirxandin û got: “Li Kurdistanê û herêmê tiştek mîna berê nemaye. Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan, êdî her kes, rêxistin û dewlet wê nîqaş dikin û dixwazin ku piştî vê bangê li rewşên xwe vegerin. Ji ber ku ew baş dizanin ku heke doza Kurd çareser nebe, aloziyên aborî, civakî û siyasî yên di nav de ne çareser nabin.”

MODELEKE CUDA YE

Rojnamevan Hisên Nasir ê ku tev li panelê bûye, der barê bangê de nêrînên xwe parve kir û got: “Hemû pêvajoyên aştiyê bi çekê dest pê kiriye. Lê Rêber Abdullah Ocalan cuda ye. Wî rêgez û rêbaza aştiyê û diyalogê hilbijart. Lê ji aliyê Tirkiyeyê ve rûbirûyî astengiyan e. Helwesta Tirkiye giran û du dulî ye.”

Ji bo şopandina pêngavên bangê, Hisên Nasir pêşiyar kir ku komîteyên qanûnî yên navneteweyî bên avakirin, kî li gorî vê bangê tev digere, kî wê dereng dixe belge bike.

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Mistefa Ebdurehman jî got: “Banga wî, rêya xilasiya gelan ji pergalên sitemkar e. Asoyên herêmê ber bi aştiyê, azadiyê û avakirina neteweya demokratîk ve vekir ku azadiyê, rûmetê û mafên gelan ji êrişên hovane yên dermirovî û derexlaqî dabîn dike.”

GAVÊN BISERXISTINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Endama Meclisa Edaletê Orîvan MIhemed behsa gavên ku divê dewleta Tirk bavêje kir û got: “Divê Enqere, siyasetên xwe li hemberî kurdan ji bingehê ve biguhere, li şûna ku wan înkar dike bi rêya destê wan tev li çareseriya siyasî bike. Ji bo biserxistina vê bangê, divê dewleta Tirk girtiyan, Rêber Abdullah Ocalan serbest berde, kurdan tev li pêvajoya siyasî bike, rewşê aram bike ji bo ku Kurd di civaka Tirkiyeyê de bibin hêzeke çalak û rastteqîn.“

ÇÊKIRINA GUHERTINAN

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Mihemed Reşo yê tev li panelê bûye got divê tedbîrên qanûnî werin girtin, divê rewşa şervanên Kurd û rola wan di siberoja welêt de were çareserkirin, divê hin qanûn û destûra welêt bê guhertin, Rêber Abdullah Ocalan serberst were berdan ji ber ku ew xwediyê însiyatîfa aştiyê û çareseriyê ye.

Parêzer û endamê Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Lezgîn Kor jî got: “Ji bo ku ev bang bi serkeve divê, Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan. Divê sîfeta terorê ji ser PKK`ê rabe û rê li pêşiya wê bê vekirin ku tev li siyasetê bibe. Divê destûr bê guhertin û mafên kurdan tê de werin dabînkirin.”

(şx)

ANHA