Tevî agirbestê êriş li Siwêdayê berdewam in

Rast e agirbest li Siwêdayê pêk hat, lê şer hîna berdewam e. Gelek alî, aliyên fermi bi binpêkirina agirbestê û kirina sûcan tawanbar kirin.

Tevî agirbestê êriş li Siwêdayê berdewam in
19 tîrmeh, 2025   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri agirbest ragihand ku komên “êlan” ên êrişan li gorî agirbestê tev digerin, lê şer li Siwêdayê, avêtina guleyan û hawanan li dijî taxan berdewam e.

Tevgera Rîcal El Kerame bi daxuyaniyeke fermi ragihand ku êriş “heta kêliya dayîna daxuyaniyê berdewam e û komên terorîst ên ku hikumet piştgiriya wan dike, êriş gund, bajar, şêniyên sivîl dikin, mal û milkên wan dişewitînin û li ber çavên cîhanê sûcan dikin”.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Tevger ji gelek eniyan şehîdan oxir dike. Berxwedana li hember êrişkerên terorîst tê meşandin, erkeke nîştimanî û exlaqî ye. Piştgiriya hikumetê ji wan re diyar e ku bi rêya hedefgirtina sivîlan lihevkirinan binpê dikin û hemwextî wê propagandayeke hevkar dimeşînin.”

Girêdayî bi wê mijarê, dezgehên çapemeniyê ragihandin ku komên çekdar ên êrişker, nekarîn bikevin bajarê Siwêdayê û di heman demê de piştrast kir ku dîmenên têne weşandin ji derveyî bajêr in. Windahiyên êrişekeran mezin in û ji ber wê nekarîn ber bi taxan ve pêş bikevin.

Rewşa li Siwêdayê aloz e, êriş berdewam in, lê heta niha ji bo dabînkirina agirbestê û parastina sivîlan ti mekanîzemeyek tune ye.

(şx)